ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 - 10 – 2024
1 cotmeh, 2024   02:00

Jinan destnîşan kir ku her xebatek ku cihê jinan tê de nebe dê bê encam be û dê temenê aloziya Sûriyeyê dirêjtir bibe. Jinan got, sererastkirina civaka Sûriye û avakirina nifşeke nû bi keda jinan û asta beşdariya wan a çêkirina biryarê ve girêdayî ye.

Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên jineolojiyê têkoşîna dijî hemû cûreyên zayendperestiyê ye.

Jinan diyar kirin ku armanca wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û gotin: " Heya ev armanc bi cih were em ê li qadên têkoşînê bin."

Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê ji sedî 60 ji projeyên xwe yên qîrkirina rêyan bi dawî kirine û xebatên sererastkirina kanalîzasyonan û torên ava vexwarinê, didomîne.

Saziya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê tevahî berhema pembo ya herêmê ji cotkaran bikire. Armanc ji vê yekê pêşîgirtina li keysbaziya bazirganan e. Tê pêşbînkirin ku hilberîna îsal dê ji 75 heta 100 hezar ton be.

Şêniyên Qamişlo şervanê QSD'ê şehîd Elî Casim El Ewed li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî û TEV-DEM li Helebê semînerekê bi navê "Lêkolîna sedem û bandorên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" li kafîteryeya Telêt Heleb li dar dixin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Malbenda Etyaf û Desteya Çandê û Şûnwaran a kantona Dêrazorê çalakiya xwe ya 2'yemîn li hola Meclisa Rêveber a kantonê li dar dixin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê şervanê QSD'ê şehîd Ebdulkerîm Ehmed El Dawûd li goristana şehîdan a bajarê Şedadê oxir dikin, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)