ʹÎsraîlê li Lubnanê dest bi êrişeke bejahî ya sînordar kiriyeʹ

Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê û rayedarên Amerîkayê ragihand ku artêşa Îsraîlê niha êrişên sînodar li dijî Hizbullah li hundirê xaka Lubnanê pêk tînin. Her wiha çavkaniyekî artêşa Lubnanê daxuyand ku hêzên wan jinûve xwe li nêzî sînor li başûrê Lubnanê bi cih dikin.

ʹÎsraîlê li Lubnanê dest bi êrişeke bejahî ya sînordar kiriyeʹ
30 îlon, 2024   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Îsraîlê li dijî Hizbullah li hundirê xaka Lubnanê niha êrişên sînordar pêk tîne.

Berdevkê wezaretê Matthew Miller ji rojnamevanan re aşkera kir ku artêşa Îsraîlê ev agahî da wî ku niha ew êrişên sînordar li dijî binesaziyên girêdayî Hizbullah li nêzî sînor pêk tînin.

Rayedarên Amerîkayê jî ji Ajansa Associated Press re bi bîr xist ku Îsraîlê niha êrişên bejahî yên sînordar li başûrê Lubnanê pêk tînin û êrişa bejahî ya mezin hîna di plansaziyê de ye.

Malpera Axios ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên şopîner da zanîn ku Koşa Spî diyar kir ku wê bi Îsraîlê re li hev kiriye ku êrişa bejahî ya Îsraîlê dê li herêmên sînor ên başûrê Lubnanê bin.

Hemwextî wê, çavkaniyekî di artêşa Lubnanê de daxuyand ku hêzên wan xwe jinûve li nêzî sînorê li başûrê Lubnanê bi cih dikin.