ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2025
1 adar, 2025   02:00

Bi boneya salvegera 12’mîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’an de, em spasiya hemû şopînerên xwe yên li çar aliyên cîhanê dikin ku piştgirî û baweriyeke mezin dane peyama me ya çapemeniya azad û serbixwe. BI WÊNE.

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. El Beydanî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan "hincet ji Tirkiyeyê re nehişt" û diyar kir ku ev bang dê bibe sedema dan û standinên nû yên di navbera aliyên pêwendîdar de. BI WÊNE.

Foza Yûsif destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bike û got ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi pêwîst be ew ê bikin. Foza Yûsif ji gel xwest ku li hember şîroveyên berevajî hişyar be. BI WÊNE Û DÎMEN.

Rûspiyan diyar kir ku “Diyaloga Nîştimanî” ya ku li Şamê pêk hat, wan temsîl nake, divê diyalogeke ku mafên tevahî sûriyeyiyan tê de hebin li dar bikeve. BI WÊNE Û DÎMEN.

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Meclisa Jinan a PYD’ê li Xwaringeha Mişwar a bajarê Hesekê panelekê li ser rola jinan di siyasetê û çareseriya demokratîk li Sûriyeyê de li dar dixe. Li taxa Neşwa ya heman bajarî jî kargehek bi navê Înana tê vekirin. Tevgera Hîlala Zêrîn jî li Qada Jina Azad a bajarê Reqayê pêşangehek wêneyan vedike (11.00). Saziyên sivîl û leşkerî jî serdana Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN.