ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-11-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-11-2024
19 mijdar, 2024   02:00

Yekitiya Şaredariyan a rojhilatê kantona Dêrazorê hemû projeyên xwe yên di plansaziya 2024’an de bi dawî kirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkaran dest bi çandinê kiriye. Ji ber lêçûna zêde cotkar bi hêvî ne ku saziyên têkildar destekeke zêdetir bidin wan.

Mala Jin ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye navnîşana sereke ku li dijî tundî, zewicandina zarokan, tacîz, binpêkirina mafan û hemû pirsgirêkên civakî serî lê didin. Mala Jin di nava 10 mehan de 2 hezar û 828 pirsgirêk çareser kirin.

2 sal di ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li stasyona Teqil Beqilê kiriye, derbas dibin. Di wê komkujiyê de di nav de nûçegihanê me Îsam Ebdullah 11 welatî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi heman zihniyeta qirkirinê ya ku ji 2017ˋan ve dest pê kiriye êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Bekir Hec Îsa diyar kir ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got heta ew bi fîzîkî azad nebe tu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şehîdên Tebax, Îlon û Cotmehê yên di salên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr tîne. (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan, şênî û saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Reqayê sersaxiyê didin malbata şervanên QSDˋê Hûsam Cuma El Hîlal. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ li hola Nêrgiz a bajarê Qamişloyê atolyeyekê li dar dixe, di heman de wextî de li kantona Tebqayê jî atolyeyek bi heman wesîleyê tê lidarxistin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bo boneya derçûna dewreya xêzkirin rêsandinê ya zarokan şahiyekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê li bajarokê Ehdas ji bo xwendekarên Peymangeha Vîna Amara û xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê şahiya derçûnê organîze dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Kongra Star li bajarê Şedadê semînerekê dide. (09:00) Her wiha li Hesekê ji bo 3 rojan dewreyeke perwerdê ya mêran tê destpêkirin. (11:00) Kongra Star li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Temirê yên kantona Cizîrê bi boneya 25ˋê Mijdarê broşoran belav dike. (11:00) Kongra Star di heman çarçoveyê de li hola Navenda Çandê ya Rimêlanê semînerekê dide. (11:00) Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrîn û Şehba der barê heman mijarê de semînerekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan mêrên li kantona Efrîn û Şehba meşekê organîze dikin. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN