2 sal di ser komkujiya Teqil Beqil re derbas bûn

2 sal di ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li stasyona Teqil Beqilê kiriye, derbas dibin. Di wê komkujiyê de di nav de nûçegihanê me Îsam Ebdullah 11 welatî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi heman zihniyeta qirkirinê ya ku ji 2017ˋan ve dest pê kiriye êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

2 sal di ser komkujiya Teqil Beqil re derbas bûn
19 mijdar, 2024   07:10
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Komkujiya stasyona 4ˋan a kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqilê ne ya yekemîn bû ku dewleta Tirk a dagirker di şeva 19-20’ê Mijdara 2022’yan de pêk aniye.

Di 25ˋê Nîsana 2017ˋan de dema balafira dewleta Tirk a dagirker herêma Qereço ya kantona Cizîrêbombebaran kir, komkujiyên dagirkeriyê li dijî herêmê hatin destpêkirin. Dûre di 2018ˋan de li Efrîn, di 2019ˋan de li Serêkaniyê û Girê Spî û di 2022ˋyan de li Teqil Beqil û di 2023ˋyan de li Hemze Beg komkujî pêk hatin.

Komkujiya herî dawîn jî di şeva 23’yê Cotmeha 2024’an de li stasyona petrolê ya gundê Siwêdiyê bû û di wê komkujiyê de 7 karkerên stasyonê şehîd bûn.

PIŞTÎ 2 SAL DI SER KOMKUJIYA TEQIL BEQIL RE DERBAS BÛN

Di şeva 19-20’ê Mijdara 2022’yan de balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker  binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bombebaran kirin. Êrişa herî dijwar jî li dijî stasyona stasyona 4ˋan a kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqil ê herêma Koçerat a gundewarê bajarê Dêrikê bû.

Di êrişan de, stasyonên petrol, gaz û kehrebeyê yên gundewarê Dêrikê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Amûdê, Qamişlo û Kobanê rasterast hatin hedefgirtin.

Piştî êrişî stasyonê hat kirin, şêniyên Dêrikê û gundên wê tavilê berê xwe da stasyonê da ku bûyerê bişopînin, ji wan jî nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah bû.

Piştî kombûna şêniyan, balafiran careke din êriş pêk anî û di encamê de Îsam Ebdullah, 11 welatî şehîd bûn.

Navên welatiyên di wê komkujiyê de şehîd bûne wiha ne; Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayiz Ebdullah, Nûrî Çiftecî, Hisên Xilto û Mazin Osê).

Tevî ku piştî bûyerê bi hezaran şênî û aliyên berpirs ew êrişa li dijî sivîlan şermezar kir, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê bi heman hişmendiya berê didomîne.

ˋŞAHID Û HEVJÎNÊ ŞEHÎDEKE KOMKUJIYÊˊ

Zehredîn Xelîl ku yek ji şahidên bûyerê û hevjînê şehîd Hediye Ebdullah e, ji ajansa me re got: “Piştî ku me bihîst dewleta Tirk a dagirker stasyona Teqil Beqil bombebaran kir, hevjîna min berê xwe da cihê bûyerê da ku alîkariyê bike û birîndaran rake.”

Zehredîn wija domand: “Dema em li wir bûn, şênî kom bûn ku daxuyaniyekê bidin û êrişê şermezar bikin. Lê careke din balafirên şer kombûna welatiyan bombebaran kir, di encamê de 11 welatî şehîd bûn.”

ˋME RÊYA PARASTINA DESTKEFTIYAN HILBIJARTˊ

Rêveberê stasyona Teqil Beqil Hesen Ubêd destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û cihên xizmetguzarî bi awayekî hovane didomin.

Ubêd wiha domand: “Em ê karê xwe di stasyonan de bidomînin. Ji bo parastina destkeftiyan me rêya berxwedanê hilbijartiye.”

(mh/fr)

ANHA