Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkaran dest bi çandinê kiriye. Ji ber lêçûna zêde cotkar bi hêvî ne ku saziyên têkildar destekeke zêdetir bidin wan.

Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
Mewsima çandiniyê dest pê kir; cotkar desteke zêdetir dixwazin
19 mijdar, 2024   06:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Cotkarê bi navê Selah Hacî ji gundê Gir Zîwan ê Qamişloyê, 30 donim erdên wî yê bejî heye, di heman demê de nêzî hezar donim bi hevbeşî bi cotkarên li gundên derdora Qamişloyê re jî diçîne. Selah Hacî jî dest bi cotkirina erd û reşandina tov kiriye.

Hacî bal kişand ser lêçûna çandiniyê û diyar kir ku buhayê tov ku Rêveberiya Xweser îsal diyar kiriye, guncaw e, lê heqê cotkirin û mazotê biha ye.Hacî xwest desteke sotemenî û pêwîstiyên din çandiniyê wekî semad û dermanan hebe da ku cotkar nexesirin.

Cotkarê bi navê Hewas Remo El Mehmûd ê 80 salî xwedî 50 donim erd li gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajarê Qamişloyê ye. Hewas El Mehmûd ku genim çandiye got: "Min erd cot kir. Ez ê di van rojan de jî tovan bireşînim. Lê pêdiviyên çandiniyê buha ne, her tişt bi dolar e."

Di lêkolîneke taybet de ku ji aliyê Zanîngeha Rojava ve hatiye amadekirin, rêjeya barana li kantona Cizîrê di 30 salan de ji sedî 10-15 kêm bûye.

Heqê cotkirinê bi traktor û bi haro dolar û nîv e. Xwediyê terektorekê der barê lêçûna cotkirinê de got: "Piştî ku Rêveberiya Xweser mazot li ser terektor û deraseyan qut kir em ji 3 salan ve her lîtreyekê mazotê bi 4 hezar û 700 lîreyan dikirin."

Piraniya cotkaran ji bo cotkirinê haro li şûna disk bi kar tînin. Xwediyê terektorê diyar kir ku heqê cotkirina her 100 donim 300 dolar e û wiha domand "Niha mazort buha ye, ez jî wekî xwediyên din ên terektoran heqê cotkirinê bilind bikim."

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê çarçoveyê de plansaziya çandiniyê diyar kir. Desteyê ji 15ˈê Îlonê ve rûxsetan dide projeyên çandiniyê. Belavkirina rûxsetan dê heya 31ˈê kanûna îsal dewam bike. Her wiha erdên çandiniyê û tesbîtkirina rûberan didomîne.

Li gorî daneyên fermî yên par, rûbera erdên çandiniyê yên bejî û avî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 9 milyon, 182 hezar û 889 donim e. Ji wan 5 milyon, 662 hezar û 918 donim genim, 919 hezar û 304 donim ceh, 622 hezar û 868 donim buharet, beqle û sebzeyan bejî hatin çandin. Her wiha rûbera çandiniya avî jî ji sedî 63 e.

Rêveberê Gerînendetiya Hilberîna Nebatan a Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed diyar kir ku Desteya Çandiniyê di heyama dawî de rêjeya çandiniyê ku divê li gorî pêdiviya herêmê were çandin, diyar kir.

Plansaziya çandiniyê ya ji aliyê desteyê ve hatiye danîn wiha ye: genim ji sedî 60, ceh ji sedî 5, beqle û buharat ji sedî 15, sebzeyên zivistanê yên avî ji sedî 2, sebzeyên havînê ji sedî 3, pembo ji sedî 15, çandiniya avî ya havînê ji sedî 15, her wiha  genim, ceh, beqle û biharat a bejî jî li gorî her herêmeke çandiniyê ye.

Cotkarên ku ruxset wergirtin, pêwîstiyên çandiniyê wekî tov, semad û sotmenî werdigirin.

Mesûd Mihemed bi bîr xist ku di salên dawîn de depoyên genim, kargehên hilberîna çandiniyê, kargehên êm, aş û embar ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin, di encamê de windahiyên canî û yên madî yên mezin çêbûn.

Mihemed diyar kir ku ji bo belavkirina mazotê jî hemahengî di navbera wan û saziya sotemeniyê de heye û got mazot li gorî pêwîstî û derfetan li cotkaran tê belavkirin.

Mesûd Mihemed her wiha bi bîr xist ku Desteya Çandiniyê bi domdarî şîretan ji bo çandiniyê li ser malpera xwe parve dike û ji cotkaran xwest li gorî van şîretan tev bigerin.

Desteya Çandinî û Avdanê bi rêya Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê û li gorî plansaziya çandinî û rêxistinkirina çandiniyê de semadê belav dike. Şîrketê buhayê toneke semada superfosfatê ya agir (TSP) bi 375 dolarî û ya semada xwezayî bi 140 dolarî diyar kiriye.

Buhayê semadê li sûkan li gorî kalîte û cureyên wê tê guhertin. Semade sûriyeyî dighêje 370 dolarî û ya tunisî jî 850 dolar e.

(bb)

ANHA