ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-11-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-11-2024
18 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên ji Amûdê diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Şêniyan gotin, dê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bidomînin.

Penaberên iraqî yên li kampa Holê dimînin, bang li civata navneteweyî kir ku desteka pêwîst pêşkêşî wan û kampê bike.

Demsala payizê ber di dawiyê ve diçe, daran pelên xwe yên zer weşandin, jinên gundan jî dest bi çandiniya zivistanê kirin. Li gundewarên Reqayê dîmeneke xweşik ya payiz û zivistanê rûyê erdê xemiland.

Ji destpêka diyarokê heta niha Jin ji aliyê pergalên mêr, di alîyê olî, siyasî û aborî ve bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tê. Tevî hewldanên jinan û tevgerên jinan ên li   Rojhilata Navîn û cîhanê berdêlên mezin ên di vî warî de têne dayin.

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê plansaziya 2024`an bi dawî kir. Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê û Daîreya Avê jî gelek xebat da meşandin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku heta niha 4 hezar û 887 xwendekar ji Lubnanê hatine herêmê. Desteyê diyar kir ku ew hewl dide pêdiviyên xwendekaran peyda bike.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên roja dawîn ên Mîhrîcana Rojava li navenda xwe ya Qamişlo organîze dike. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Kongra Star li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê civîneke berfireh li hola Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar dixe. (10:00) Her wiha dewreya perwerdê ku Kongra Star li bajarê Şedadê yê kantona Hesekê ji bo danasîna qanûna malbatê û hevjiyana azad li dar dixe, di roja 3ˋyemîn de dewam dike. (11:00)

Xelkê bajarê Holê yê kantona Cizîrê sersaxiyê dide malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elaa El Helîl ê ku di êrişa çeteyên DAIŞˋê li dijî tankera petrolê li ser rêya Şedadê-Deşîşe de şehîd bû. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi diruşma ˋWêje bi Pênûsa Sûriyeˋ li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê Mîhrîcana 2ˋyemîn a Wêjeyê li dar dixe. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN