Biden der barê Ukraynayê de biryarek da

Rojnameyeke Amerîkayê da zanîn ku Biden qebûl kir ku Ukrayna kûrahiya Rûsyayê bi moşekên Amerîkayê yên dûravêj hedef bigire.

Biden der barê Ukraynayê de biryarek da
17 mijdar, 2024   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden qeydên li ser bikaranîna çekên Amerîkayê li dijî kûrahiya xaka Rûsyayê, ji ser Ukraynayê rakirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku gengaz e ku moşekên Amerîkayê yên dûravêj ji bo parastina hêzên Ukraynayê yên li herêma Kursk a li rojavayê Rûsyayê, destpêkê li dijî hêzên Rûsyayê û Koreya Bakur, werin bikaranîn.

Şêwirmendên Biden destnîşan kir ku biryara Biden dê bi xwe re guhartineke siyasî ya mezin di siyaseta Amerîkayê de pêk bîne.

(mh/fr)