Tê gotin berpirsê çapemeniya Hizbullahê hatiye kuştin

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, berpirsê çapemeniyê yê Hizbullaha Lubnanê Mihemed Afîf di êrişa Îsraîlê ya li dijî Beyrût a paytexta Lubnanê de hat kuştin.

Tê gotin berpirsê çapemeniya Hizbullahê hatiye kuştin
17 mijdar, 2024   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Mihemed Afîf, berpirsê ragihandinê yê Hizbullahê û yek ji rûyên kêm mayî yê rêxistinê yê ku di raya giştî de tê naskirin, herî dawî di destpêka hefteyê de di civîneke çapemeniyê de hat dîtin û diyar kir ku Lubnan û Hizbullah ji şerekî dirêj re amade ne.

Du çavkaniyên ewlehiyê ji Lubnanê ji Reutersê re axivîn û diyar kirin ku Afîf jiyana xwe ji dest daye, lê heta niha ti piştrastiyek ji aliyê Hizbullahê ve nehatiye kirin.

Beriya êrişê hat destnîşankirin ku li ser hesabên medyaya civakî yên berdevkê artêşa Îsraîlê der barê valakirina herêmê de hişyarî tunebû. Li taxa Ras El Neba ya navenda Beyrûtê ku êriş lê hat kirin, gelek kesên ku ji başûrê bajêr ji ber şerê Îsraîlê koç kirin, dijîn.

Mihemed Afîf bi salan şêwirmendê çapemeniyê yê Hesen Nesrullah ê ku di 27’ê Îlonê de hat kuştin, kiriye.