ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 17-4-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 17-4-2024
17 nîsan 2024   02:00

Şêniyên navçeya Amûdê got bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka tevahî azadîxwazan e û diyar kir ku divê her kes xwedî li fikrên wî derkeve û çi ji wan tê xwestin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo êzidiyan Çarşema Sor, roja destpêkirina afirandinê û jiyanê ye. Di wê rojê de hêkan ku nîşaneya giloverbûna erdê ne dikelînin û boyax dikin. Li gorî hejmara rojên salê anku 365 çira li Laleşê tên vêxistin. (BI WÊNE)

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê plansaziyek ji bo sala 2024`an daniye. Di nava wê plansaziyê de sererastkirina dibistana ker û lalan heye ku çeteyênDAIŞ`ê wêran kiribû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya hilbijartinên şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê werin pêkanîn de, li 7 kantonan lijneyên hilbijartinê tên avakirin. Piştî erêkirina Qanûna Dabeşkirina Îdarî wê nexşerêya hilbijartinê bê eşkerekirin. (BI WÊNE)

Şitilgeha Jîn a Şaredariya Gel a Dêrikê cihê xwe di însiyatîfên çandiniyê de digire ku armanca wan zêdekirina rûbera şînkahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Lubnanê aloziyeke mezin a aborî heye û rêjeya xizaniyê ji sedî 80 derbas kiriye. Pisporekî aborî diyar kir ku di serî de aloziya lêçûnên giştî, li Lubnanê aloziyên giştî hene. (BI WÊNE)

Mala Êzidî li gundê Dugir ê Amûdê û Bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê şahiyên cejna Çarşema Sor li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Kar û Barên Şehîd û Gaziyan ji bo bîranîna şehîd Ezîz Ereb û şehîdên mehên Adar û Nîsanê li hola navenda çandê ya Reqayê çalakiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)