Denmark balyozxaneya xwe ya li Bexdayê digire
Wezareta Karên Derve ya Denmarkê piştî vekişîna piraniya hêzên xwe ji Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê, biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire.
Wezareta Karên Derve ya Denmarkê piştî vekişîna piraniya hêzên xwe ji Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê daye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Balyozxaneya Denmarkê ya li Bexdayê bi fermî di sala 2020’an de ji bo piştgirîkirina pêşengîkirina Danîmarkî û beşdarbûna di mîsyona NATOˊyê ya li Iraqê de hat vekirin.
Her wiha hate diyarkirin ku bi vekişîna piraniya leşkerên Danîmarkî, erkê sereke yê balyozxaneya Denmarkê ya li Bexdayê bi dawî bûye, ji bo wê hikumeta Denmarkê biryar da ku ji 31ˊê Gulana 2024’an vir ve balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire.