Mala Êzidiyan a Helebê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin
Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya cejna Çarşema Sor mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Bi boneya cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) Mala Êzidiyan a Helebê li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê mûm pêxistin.
Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de endama rêvebera Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa cejna Çarşema Sor pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Beşdaran berê xwe da gorên şehîdan û mûm li ser goran pêxistin.
Çalakî bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
(mh)