ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 14-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 14-7-2025
14 tîrmeh, 2025   02:00

Endamên Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kirin ku astengiya sereke ya li pêşiya aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, berdewamkirina girtina Rêbertî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan li Helebê dan zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê rê li ber banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Di demekê de ku jinan ji tevahî cîhanê berê xwe daye şoreşa Rojava, wek jineke kurdistanî çawa ez neyêm û nebim parçeyekî şoreşê”. Jina têkoşer Nehar Avci (Ararat Bawer) bi van gotinan berê xwe da Rojava û beşdarî xebatên şoreşê bû.  

Li bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê konferansa pêşxistina rêveberiya komînal û pirsgirêkên li pêşiya wê derdikevin li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Dêrazorê ji bo bîranîna şehîdên 14`ê Tîrmehê li bajarê Hecînê saet di 10:00`an de, li bajarê Girkê Legê çalakiyek li parka Hevaltî saet di 19:00`an de, li parka Çarçîla ya bajarê Dêrikê saet di 19:30`an de, li parka 4`ê Nîsanê ya Tirbespiyê saet di 19:30`an de, li parka Jinan a bajarê Çilaxa saet di 20:00`an de çalakî li dar dixe. Şêniyên bajarê Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê bi çalakiyên cuda ûehîdên 19`ê Tîrmehê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a kanotna Cizîrê têkildarî banga Aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya edaletê ya li Qamişloyê daxuyanî dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)