Di girtîgeha hikumeta veguhêz de kesekî jiyana xwe ji dest da

Welatiyê Kurd Fîras Farûq Bozan (39) di girtîgeheke hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.

Di girtîgeha hikumeta veguhêz de kesekî jiyana xwe ji dest da
13 tîrmeh, 2025   23:51
HELEB

Welatiyê Kurd Fîras Farûq Bozan (39) berî 40 rojî ji aliyê hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeya veguhêz a Sûriyeyê ve hat binçavkirin. Îro danê sibehê jî malbata wî ji bo ku cenazeyê wergirin, hat agahdarkirin.

Fîras ji gundên herêma Babê ye, li taxa Şêxmeqsûd dijiya û ji bo debara jiyana malbata xwe dixebitî.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên "Ewlekariya Giştî" bê ku delîl û bihaneyên wan hebin, Fîras bi sûcên diziyê gunehbar kirin û ew bi awayekî rewa nehat dadkirin.

Hat diyarkirin ku şopên lêdan û êşkenceyê li ser bedena wî hatibûn dîtin, lê belê bijîşkan got ku wî di encama bilindbûna zexta xwînê de jiyana xwe ji dest daye.

Der barê hebûna şopên lêdan û êşkenceyê de, malbatê tu bersiv nedan.

(mh)