ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 11-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 11-07-2025
11 tîrmeh, 2025   02:00

Pêkhateyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku dîtina Rêber Apo piştî 26 salan rojeke dîrokî ye û hişt ku dilê hemû pêkhateyên herêmê di vê qonaxa hestiyar de rihet bibe. Şêniyan diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo gelên Kurd û Tirk e jî. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê, di çarçoveya plansaziya avakirina sîstemek bi rêkûpêk a ceyranê ya Rêveberiya Xweser de, heta niha 9 hezar û 700 saetên ceyranê li kargeh û malan bicîh kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê bang li Şaredariya Gel kir ku rê û kanalîzasyonên bajêr serast bike. Şaredariyê jî diyar kir ku pêşxistina binesaziyê di xebatên wê yên pêşîn de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Giştî ya kantona Reqayê dest bi pêkanîna gavên pratîkî yên bicihanîna biryara Meclisa Gelan a têkildarî jinûve birêxistinkirina komînan û xebatên wan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi diruşma "Rewşenbîr û Banga Aştî û Civaka Demokratîk" panelekê li Hola Zana ya Qamişloyê organîze dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN