Li dijî wezîrê Çandê yê Sûriyeyê betekên tund

Ji ber dîmenekî Wezîrê Çandê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi rêbazekî nebaş li dijî jinên "Elewî" diaxive, rastî bertekên tund hat.

Li dijî wezîrê Çandê yê Sûriyeyê betekên tund
10 tîrmeh, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çandê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Mihemed Yasîn Salih di dîmenekî xwe de gotinên xerab li dijî pêkhateyeke Sûriyeyê dike.

Di dîmenê de Salih jinên pêkhateya Elewî wekî "xulam" û "sûcdar" bi nav kirin. Ev jî li ser medyayên dîjîtal bû sedema nîşandana bertekên nerazîbûnê.

Li hemberî vê dîmenê welatiyan nerazîbûna bi gotinên wekî "jinên Elewî bijîşk, mamoste û endazyar in, ne xulam in û sûdê ji rejîmê wernagirin" û "ev ji bo wezîrê Çandê yê Sûriyeyê karekî şerm e", nîşan da.

Ev daxuyanî weke bangeke aşkera ya qetilkirina li dijî mezhebekê ye.

Ev bûyer ne ya yekemîn e. Berê jî heman wezîrî bi awayekî xerab li ser helbestvan Ebû Elaa El Meerî ji zarokan dipirsî, di demekê de ku rewşa giran û ya belengaziyê li ser rûyê zarokan xuya dikirin.

(mh/fr)