Ewlekariya Hundirîn 2 eşîrên Reqayê li hev anîn

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya şêx û rûspiyên eşîran, piştî kuştina ciwanekî ji ber nakokiyek berê, eşîrên El Bûseraya û Şêxan li hev anîn.

Ewlekariya Hundirîn 2 eşîrên Reqayê li hev anîn
10 tîrmeh, 2025   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşîra El Bûseraya û Şêxan li hev anî. Piştî kuştina ciwanekî di navbera her du eşîran nakokî derketibû. 

Merasîma lihevhatinê li mêvanxaneya şêx Hiwêdî El Şilaş a li taxa Mişlib a bajarê Reqayê hate lidarxistin. Rûspiyên êlan, nûnerên Meclisa Rûspiyan, endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîmê bûn.

Ji aliyê eşîra El Bûseraya Hisên Yûnis Mehmûd û ji aliyê eşîra Şêxan Adil Osman bi dawîbûna nakokiyê û destpêkirina pêvajoyeke nû ya biratiyê ragihandin.

Di dawiyê de spasî ji Nivîsgeha Têkilyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx Hiwêdî El Şilaş, rûspiyên êlan ên ku hewl didin aştiya navxweyî, giyanê biratiyê di navbera pêkhate û êlên Reqayê de bisepînin, hate pêşkêşkirin.

(şx/fr)

ANHA