ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 10-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 10-07-2025
10 tîrmeh, 2025   02:00

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn a ber bi bidawîbûna alozî û avakirina siberoja li ser bingeha edalet û rûmetê ye. Her wiha jinan got pêwîst e Rêber Abdullah Ocalan were berdan û yekser pê re hevdîtinê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêber Abdullah Ocalan ku di 37 salên dawî de bi afirîneriyên teorîk û piratîk her fersendeke ji bo çareseriyê bikar anî, bi bangên xwe yên dawî careke din hêza çareseriyê nîşan da.

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku nêrîna Rêber Apo ya piştî 26 salan ji bo wan çirûska hêviyê ye û got "Gotinên Rêber Apo pusuleya jiyanê û bangeke durist a aştiyê ne." BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmetar û berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku cewhera krîza Sûriyeyê di "teşeya pergala hakim a li ser bingehên navendiya mutleq e, ne di kesên bi rê ve dibe de ye" û got gelê Sûriyeyê xwedî maf e ku teşeyê rêvebirinê li gorî xwezaya xwe ya pirrengî diyar bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Niştecihên bajarê Kobanê diyar kirin ku ew bi daxuyaniya bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan pir keyfxweş bûne û hêvî kirin ku Rêbertiya xwe di nava xwe de bibînin û wî hembêz bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Dêrikê bi hevkariya komîn û meclisên taxan, ji bo hişyarkirina şêniyan li ser paqijiya bajêr xebatên padijiyê li bajêr didin destpêkirin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunerê ya Dêrikê li parka şehîdan têkildarî banga dawîn a Rêber Apo, şahiyekê li dar dixe, (19:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Li Dirbêsiyê û Til Temirê şaredariyên gel xebatên paqijiyê didin destpêkirin, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê li ser Sîstema Hevserokatiya li hola meclisê semînerekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şervanên QSDˊê şehîd Samî Qihêt El Ugle li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê merasîma oxirkirinê organîze dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi sponseriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Tevgera Çand û Hunerê li bajarê Til Temirê şahiyekê li dar die, (19:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Mihemed Beyrem Ereb li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Em bi hev re hêviyê vejînin" Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola El Bistan a Reqayê panelekê li ser xwekujiyê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN