ˋPergala navendî bingeha karesatê ye, çareserî di nenavendiyê de yeˊ

Siyasetmetar û berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku cewhera krîza Sûriyeyê di "teşeya pergala hakim a li ser bingehên navendiya mutleq e, ne di kesên bi rê ve dibe de ye" û got gelê Sûriyeyê xwedî maf e ku teşeyê rêvebirinê li gorî xwezaya xwe ya pirrengî diyar bike.

ˋPergala navendî bingeha karesatê ye, çareserî di nenavendiyê de yeˊ
10 tîrmeh, 2025   06:37
REQA
MIZGÎN ELÎ

Mafê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û çandên wê yên curbicur; bi jin, ciwan û pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî, heye ku di sazkirina siberoja Sûriyeyê de, bi rêya pergala siyasî ya demokratîk, bibin şirîkê aktîv. Mafê wan heye ku siyasetên xwe xêz bikin, xêr û bêrên xwe bi rê ve bibin, dozgerî, aborî û civakê ava bikin. Ev wê rola Sûriyeyê ya şaristanî û dîrokî ya li herêmê û cîhanê vegerîne.

Têkildarî astengiyên li pêş wê yekê berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El Xetîb ji ajansa me re got: "Partiya Baasˊê bi salên dirêj hikum li Sûriyeyê kir. Di 1963ˊyan de dema hatiya ser desthilatê navendiya mutleq bi kar anî, destûr û biryarên çarenûsê hemû di destê rejîmê de bûn û desthilatê bi wê yek ji zihniyeta Baasˊê û destpotiyê sûd wergirt."

El Xetîb anî ziman ku vê siyasetê hişt ku gelê Sûriyeyê vîn û rola xwe ya aktîv di beşdariya siyasî û biryardanê de çi di aliyê kar û barên şer û aştiyê yan jî siyasetên aborî, civakî û debarê de winda bikin.

El Xetîb aşkera kir ku teqandina li Sûriyeyê di 2011ˊan de ji ber van siyasetên paşguhkirina gel û betalkirina rola wê di dîmena siyasî de bû û destnîşan kir ku desthilata hakim rûmeta vî gelî winda kir.

Der barê pevguherîna kesan di hundirê pergala navendî bi xwe de El Xetîb hişyarî da û got ew yek dema bav hukim dewrî kurê xwe kiriye çêbû û bi wê re tiştek nehat guhartin, tenê dîktatorî bi xwe hate nûkirin.

KARESATÊN YEKDESTDARÎ Û STEMKARIYÊ

Ji bo vê yekê El Xetîb diyar kir ku xwespartina li siyaseta yek partiyê (Partiya Baasˊê) û mecbûrkirina civakê ji bo tevlêbûna li wê, ji bo ku xwe bigihîne her erk an jî peywiriyekê û yekdestdariya malbata Esed di desthilat û biryarê de bi xwe re karesatên aborî û civakî, anîn. Rejîmê biryarên aştî, şer û têkiliyên navneteweyî bi tena serê xwe didan.

El Xetîb saziyên demokratîk weke Meclisa Nûneran bi şeklî û "neaktîv" wesif kirin.

NÊRÎNA SÛRIYEYA SIBEROJÊ: PIRRENGÎ Û NENAVENDÎ

El Xetîb da zanîn ku çareseriya krîza Sûriyeyê, li gorî nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê ji dema damezrandina wê ya 2018ˊan ve, temsîla veguhastina ji "navendiya mutleq" ber bi "Sûriyeya pirrengî, demokratîk û nenavendî" ve dike.

El Xetîb aşkera kir ku ev veguherîna cewherî di teşeyê rêvebirinê de tekane misogeriya beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di biryardanê û avakirina Sûriyeyê de ye.

Têkildarî wateya nenavediyê El Xetîb diyar kri ku nenavendî tê wateya bihêzkirina gel û civakên xwecihî di rêvebirina herêmên xwe û xêr û bêrên xwe yên aborî û avakirina pergalên xwe yên dozgerî, aborî û civakî de ye, li kêlek wê jî aktîvkirina rolên tevahî beşan ji komînan bigire heta bi tevlêkirina jinan û ciwanan piştî salên ji paşguhkirin û dûrxistinê, ye.

MAFEKÎ DÎROK Û ŞARISTANÎ YE

Di dawiyê de El Xetîb anî ziman ku gelê Sûriyeyê yê kevnar xwedî dîrokeke şaristanî ya dorûdirêj e, şaristanî, ziman û çand berhem derxistin û ew xwediyê mafekî birêvebirinê ya li gorî xwezaya xwe ya pirrengî ye.

El Xetîb got ji nû ve vegerandina rola aktîv a gel di xêzkirina çarenûsa Sûriyeyê de ne tenê ji bo hundirê Sûriyeyê ye, lê wê bandoreke erênî li derdora herêmê bi giştî bike û wê daxmaya dîrokî ya gelê Sûriyeyê di Rojhilata Navîn û cîhanê de vegerîne.

(fr)

ANHA