Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin

Çalakvanên jinên ên Sûriyeyî di paneleke li Qamişloyê de pêşniyar kir ku mafên jinan di Hevpeymana Civakî de werin bicihanîn, rezervên li ser peymana CEDAWˊê werin rakirin û biryara 1325 were aktîvkirin û kotaya bi temsîliyeta li ser bingeha jêhatîbûnê were pejirandin.

Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
Mekanîzmayên maf û beşdariya jinan di destûra Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin
9 tîrmeh, 2025   23:38
QAMIŞLO

Komela Şawîşka ya Jinan û Rêxistina Roz a Piştgirî û Xurtkirinê bi sernavê “Mekanîzmayên misogerkirina mafê beşdariya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sazkirina destûra Sûriyeyê de" panelek li hola Mala Şîn a li taxa Xerbî ya Qamişloyê li dar xist. Di panelê de çalakgerên jin, kesên dabînkirina mafê jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sazkirina destûra Sûriyeyê de” panelek li hola Mala Şîn a taxa Xerbî ya Qamişloyê li dar xist. Çalakvanên jin, jinên biryarder, rojnamevan û nûnerên ji Rêxistina Civaka Sivîl amade bûn.

Ev panel beşek ji destpêşxeriya "Dengvedana dengê te" ya bi armanca xurtkirina beşdariya jinên Sûriyeyî di proseya destûrî ya bê de hate lidarxistin. Di panelê de bal li ser girîngiya beşdariya jinan di sazkirina siberoja welat, pêşkêşkirina pêşniyarên pratîkî û bicihanê, hate kişandin.

Gelek mijarên sereke di panelê de hatin şîrovekirin. Destpêkê li ser dîroka pêşdeçûna beşdariya jina Sûriyeyê di kar û barên siyasî û destûrî de hate nîqaşkirin. Dûre jî gotûbêje berfireh bi sernavê "Çima beşdariya jinan di sazkirina destûrê de pêwîst e" hate kirin. Beşdaran li ser mijarê tecrûbe û nêrînên xwe yên curbicur ên têkildarî modelyên destûrê yên berê û nêzîkatiyên navneteweyî parve kirin.

Piştî wê, beşdar weke kom bi kom hatin dabeşkirin û li ser "Nexşerêya ber bi beşdariya jinan a aktîv di destûrê de" nirxandinên xwe kirin.

Wek encam, beşdaran pêşniyar kir ku jin bi awayekî çalak tev li tevahî xebatên siyasî û nivîsandina destûrê bibin, rola wan di cihê biryardanê de were xurtkirin.

Ji bo avakirina şiyanan û pêşxistina hevkariyê bi aliyên neteweyî re daxwaza avakirina toreke rêxistinên jinan hate kirin, tevî nirxandineke berfireh a pêdiviyan û afirandina hîmeke datayên navendî. Her wiha hat diyarkirin ku divê armancên stratejîk werin danîn, şiyanên teknîkî ji bo wergirtina piştgiriya darayî û teknîkî werin pêşxistin û raporiyên pîşeyî li gorî rastî û hewcedariyên jinan werin amadekirin.

Ji bo misogeriya beşdariya jinan di sazkirina destûrê de, hat pêşniyarkirin ku mafên jinan di Hevpeymana Civakî werin bicihkirin, rezervên li ser peymana CEDAWˊê werin rakirin û biryara 1325 were aktîvkirin û kotaya bi temsîliyeta li ser bingeha jêhatîbûnê were pejirandin, û daxwaz ji Desteya Komîseriyê, NYˊyê û rêxistinên navneteweyî re werin rakirin.

Her wiha daxwaz hat kirin ku bendên destûrê yên ji bo temsîliyeta jinan li hemû herêman werin bicihanîn û hevbendiyek jinan a aktîv bi hevkariya rêxistinên navneteweyî re were avakirin.

Li ser asta hundirîn jî, jinan pêşniyar kir ku rola çapemeniyê wek amûreke bibandor be, meclisên xwecihî tev li xebatan bibin û hevkariyên civakî û werin avakirin.

(şx/fr)