ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 07-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 07-07-2025
7 tîrmeh, 2025   02:00

Koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên ku li Reqayê dimînin xwest bi ewle vegerin warê xwe û diyar kirin ku veger mafekî rewa ye nabe jê were xwarê. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û rojnamevanê Sûriyeyî Xalid El Serhan diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê parastina tevahî sûriyeyan e û got divê hikumet dev ji siyasetên xwe yên dawîn ên zordarî, xîtaba nefterê û nijadperestiyê berde. BI WÊNE Û DÎMEN

Jina ciwan a bi navê Emanî Nîdal ji bo parastina jîngehê,  bermayan bi kar tîne û vediguhere alavên bi sûd û tiştên bedew. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke berfireh bi şênî û rûspiyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê re, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên rûbirûyî şêniyan û rêbazên çareserkirin, li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN