Taloqkirina alîkariyên Amerîkayê gefan li pergala tenduristiyê ya Sûriyeyê dixwe

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê da zanîn ku taloqkirina alîkariyên Amerîkayê ji bo Sûriyeyê gefên zêdebûna krîza tenduristiyê dixwe, bi taybet alîkariyên ji DYA û Ewropayê ve tên fînansekirin.

Taloqkirina alîkariyên Amerîkayê gefan li pergala tenduristiyê ya Sûriyeyê dixwe
6 tîrmeh, 2025   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê destnîşan kir ku rawestandina alîkariyên ji bo Sûriyeyê egera kûrbûna krîza tenduristî ya li Sûriyeyê zêde dike, bi taybetî alîkariyên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ewropayê ve tên fînansekirin.

Li gorî rapora rojnameyê, rawestandina alîkariyên Amerîkayê bandoreke rasterast li fînansekirina projeyên li bakurê Sûriyeyê kir, ku li wir bi milyonan koçber dijîn.

Rojnameyê ku xwe spartibû berpirsa rêxistina MEHAD a Fransayê Michel Colombel a ku zêdetirî 20 navendên tenduristiyê yên li bakurê Sûriyeyê bi rê ve dibe, diyar kir ku kêmkirina alîkariyên Amerîkayê bandoreke nerênî ya mezin kir û di encamê de klînîk û xizmetên sereke hatin girtin û rawestandin.

Girêdayî wê, metirsî heye ku 172 saziyên bijîşkî yên Sûriyeyê werin girtin. Ev jî dibe sedema ku zêdetirî 4 mîlyon kes ji xizmetên sereke bêpar bimînin. Heta niha jî 38 sazî hatine girtin.

(mh/fr)