ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 06-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 06-07-2025
6 tîrmeh, 2025   02:00

Jinên ji Efrînê yên li Hesekê dimînin, di rewşên dijwar re derbas dibin. Ev zehmetî bi zêdebûna pileyên germahiyê re mezintir dibin. Lê jinan dev ji berxwedana xwe bernedaye û zehmetiyên heyî ji bo vegera wan bûne sembola rûmet û têkoşînê. BI WÊNE Û DÎMEN

Zeheb a 4 salî helbestan dixwîne, heta niha beşdarî gelek çalakiyên helbestxwendinê bûye û bala gelek kesan kişandiye. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerê Dîroka Gelên Resen Hena Somî hişyarî li ser xeteriyên dijî xiristiyanên li Sûriyeyê da, di heman demê de hişyarî da, ku Tirkiyeyê hewl dide her kesê dijberî projeya wê ya olî-tundrawî bisekine ji holê rake. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî ya Dirbêsiyê bi armanca berfirehkirina qada hêşîn projeyên çandiniyê dane destpêkirin. Meclis ji bo parastina jîngehê enerjiya tavê wek alternatîf bi kar tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li dijî mafên bawerî û olan û çandên cuda binpêkirinên zêde bûne, li kêlek wê jî digel aloziya herêmî û navneteweyî axaftina xwe li ser Rojhilata Navîn a Nû jî zêde dibe, di heman demê de jî êdî çareseriya pirsgirêk Kurd bi rêya pergala federalîmzê çareya herî guncaw e. BI WÊNE

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo zarokên şehîdan li Dibistana Şehîd Alan Mihemed dewreyên lîstokan vedike, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Til Temirê, ji endam û hevserokên komînan û Saziyên Civaka Sivîl re, ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya xebata komînan, li gorî biryara nû ya ji Rêveberiya Xweser de hatiye dayîn ku roja şemiyê ji bo komînan e, civînekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Tebqayê der bar diyardeya xwekuştinê de li hola Meclisa Gelan semînerekê dide, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê, li taxa Enteriyê, sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Egîd Tekoşer, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê forumeke wêjeyî li Qehwexaneya Helebê li dar dixe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN