Şewatên li Laziqiyê av li ser 25 gundan qut kir

Piştî sê rojan ji şewatên bênavber ku di encamê de av li ser 25 gundan qut bû, li gundewarê bakurê Laziqiyê krîza avê rû daye.

Şewatên li Laziqiyê av li ser 25 gundan qut kir
5 tîrmeh, 2025   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber şewatên berdewam ên li gundewarê bakurê Laziqiyê pompekirina avê li ser 25 gundan qut bû. Sedema wê jî ew e ku kehrebe li ser 4 stasyonên sereke yên avê qut bûye û stasyon ji xizmetê derketin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Saziya Avê ya Laziqiyê Mistefa Dêrik diyar kir ku ji ber nêzbûna şewatê ji cihê stasyonên Zobar, Bilorana Ola(Yekemîn), Nemle û çatrêya Besît kehrebe li ser stasyonan qut bû û di encamê de stasyon ji xizmetê derketin û av li ser gundan qut bû.

Girêdayî mijarê, tîmên agirkujiyê, ruxmî teqînên ji ber bermahiyên şer çêdibin, xebatên xwe yên vemirandina şewatê didomînin.

(fr)