3 kes dema hewl dan derbasî Lubnanê bibin hatin gulebarankirin

Zarokek, jinek û mêrek dema hewl dan ji gundewarên Humsê di rêyên ne rewa re derbasî Lubnanê hatin gulebarankirin. Zarok jiyana xwe ji dest da û yên din birîndar bûn.

3 kes dema hewl dan derbasî Lubnanê bibin hatin gulebarankirin
10 cotmeh, 2026   23:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, zarokek, jinek û mêrek dema hewl dan ji herêma Mişêrêfa ya bajarê Til Kelexê yê gundewarê Humsê di rêyên ne rewa re derbasî Lubnanê bikin, ji aliyê hêzên parastina sînor ên Sûriyeyê ve hatin gulebarankirin.

Di encama gulebaranê de zarok jiyana xwe ji dest da û jin û mêr jî birîndar bûn.

SOHR‘ê diyar kir ku zarok û birîndar rakirin nexweşxaneya bajarokê El Hedîd. Der barê rewşa wan de agahî nehatin ragihandin.

Hate diyarkirin ku gulebarana li nêzîkî xeta sînor hat kirin.

(bb)