ROJEVA 26-03-2026

ROJEVA 26-03-2026
26 adar, 2026   02:00

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku piştgiriya hêzên leşkerî û yên ewlekariyê erkeke neteweyî û exlaqî ye û banga parastina destkeftiyan kir. BI WÊNE Û DÎMEN.

Hedla Hesen û malbata xwe di şer de koçber bûne û niha li Dirbêsiyê dimînin. Hêviya wan e ku vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li Hesekê peyarê ji hêla xwediyên dikanan ve têne girtin û şaredariyê jî heta niha çareyek jê re peyda nekiriye. Ev rewş şêniyan neçar dike ku di nav otomobîlan de bimeşin û tevgera wan asteng dibe.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîma bîranîna şehîdên enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe. (10.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê şervanê QSD'ê Egîd Cemal ê ku 20'ê Çileyê li Reqayê şehîd bûye, li pakrewangeha Şehîd Dilşêr oxir dikin. (Saet 11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.