Li Derayê 2 çekdarên hikumeta demkî hatin kuştin

Li gundewarên bakurê Derayê 2 çekdarên hêzên hikumeta demkî  ji ber teqîna mayînekê hatin kuştin.

Li Derayê 2 çekdarên hikumeta demkî hatin kuştin
25 adar, 2026   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Mihecê yê gundewarên bakurê Derayê 2 çekdarên hikumeta demkî di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku herdu çekdaran dema mayîn vedikirin bi wan de teqiya û di cih de mirin.

(bb)