Rojên aloziyê li Siwêdayê

Li bajarê Siwêdayê û gundewarê wê, ji ber êrişên ku komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîne, rageşiyeke xeternak derket. Van koman li dijî xelkê bajêr komkujî pêk anîn.

Rojên aloziyê li Siwêdayê
17 tîrmeh, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî bajarê Siwêdayê yê Durziyan komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişên dijwar û tund kirin. Armanca wan ew bû Siwêdayê kontrol bikin. Li Siwêdayê ji salên destpêkê yên krîza Sûriyeyê ve xelkê wê rejîma berê ya Sûriyeyê bi dawî kir, hêzên xwe yên leşkerî, ewlehî, deste, nivîsgehên sivîl û xizmetguzarî ava kirin. 

DI 3 ROJÊN ÊRIŞAN DE ÇI QEWIMÎ?

Ragihandina girêdayî hikumeta veguhêz, heta bi sosyal medyayê yên erebî û navneteweyî ji şeva yekşemê propaganda kir ku di navbera komên eşîrên Bedewî, hêzên leşkerî û ewlehî li Siwêdayê de pevçûn derketine. Hate diyarkirin ji ber rewşên revandinê yên di navbera her du aliyan de, hikumeta veguhêz hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî di bin navê "pêkanîna îstîqrarê û bidawîkirina pevçûnan" de şandin bajêr.

Lê di rastiyê de hat aşkerakirin ku hikumetê bi rêya şantajkirina xelkê Siwêdayê ev krîz derxistiye; li ser rêya Şam-Siwêdayê karsazên Durzî hatin revandin. Lê dema hêzên leşkerî û ewlehî yên parastina xwecih destwerdan li bûyera revandinê kir, tavilê komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz ji gundewarên Siwêda, Dera û ji herêmên cuda yên Sûriyeyê destwerdan kir û êriş pêk anîn.

Hema yekser komên çekdar (Dedewî) ên girêdayî hikumetê armanca xwe ya kontrolkirina Siwêdayê diyar kir. Piştre jî hikumeta veguhêz ji bo piştgiriya wan koman kete nava rewşê û ji roja duşemê ve êrişî hêzên xwecih ên leşkerî yên Siwêdayê kir.

Şêniyan diyar kir ku ji ketina hêzên hikumeta veguhêz û komên girêdayî wê li nava bajêr ve, dest bi sûcên wekî komkujî, talanî, şewitandina malan kir.

Li ser sosyal medyayê dîmenên ku li dijî Durziyan komkujî tên kirin, hatin belavkirin, li kêleka wê jî xîtaba nefretê û mezhebî li dijî xelkê Siwêdayê zêde bû.

Beriya çend rojan ji pêkanîna êrişan hemleyeke dijwar a tehrîdkirin û nerfetê li dijî Durziyan hate meşandin û tê de banga qetilkirina Durziyan hat kirin. Vê yekê niyetên hikumeta veguhêz û neduristbûna axaftina wê ya parastina pêkhate, mezheb û olan da nîşan da.

PÊŞKETINA BÛYERAN

Nûçegihanê me û çavkaniyên meydanî yên ji hêzên leşkerî yên xwecih û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê, roja duşemê gelek gundên Durziyan ên li derdora bajêr kontrol kirine.

Piştî ku ev kom roja sêşemê derbasî taxên bajêr bûn, komên hikumeta veguhêz bi rêya propogandaya "îmzekirina peymanekê" bi hin kesayetên xwecih re û pêkanîna agirbestê, xwest şêniyên Siwêdayê teslîm bigirin.

Di heman rojê de serokê rûhanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî bang kir ku li hember van êrişên barbarî bi hemû rêbazên guncaw bisekinin. Bi vê bangê re heta berbanga roja din li bajêr û gundewarên wê pevçûnan dewam kir.

Piştî çend saetan ji ragihandina hikumeta veguhêz a agirbestê, pevçûnan heta sibeha çarşemê dewam kir, da ku bajar kontrol bike. Lê destwerdana Îsraîlê krîtîk bû ku van rewşan rawestîne.

Balafirên Îsraîlê nuqteyên hikumeta veguhêz ên li Siwêdayê, Dera û gundewarê wê, tevgerên hêzên hikumetê bombebaran kirin. Duh sibehê jî Wezareta Parastinê, Heyet Erkan, Qesra Serokatiyê hatin bombebarankirin. Hemwextî wê jî hêzên hikumeta veguhêz êrişên li dijî bajar û gundewarên wê domand.

Îsraîlê zêdetirî 27 nuqteyên li Siwêda û gundewarê wê, Dera û gundewarê wê, Şam û gundewarê wê bombebaran kirin. Li gorî berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê erebî diaxive, Avichay Adraee, cih û wesayîtên leşkerî, platformên çekan, cihên kontrolkirina êrişê li Siwêdayê, rêyên ku ber bi cihên pevçûnê ve diçin, û karwanên ku ber bi Siwêdayê ve diçin" hatin bombebarankirin.

Piştî van êrişên Îsraîlê, hikumeta veghêz neçar ma serî deyne û ji bo vê yekê ragihand ku bi lêvegera olî ya Siwêdayê re peyama agirbestê îmze kiriye. Lê Serokatiya Ruhanî ya Durzî ev peyman derewand, dan û stand jî red kir û got heta hêzên êrişkar ji herêmê dernekeve ew ê parastina xwe û herêmê bikin.

Di saetên derengiya şeva çarşemê de, hêzên hikumeta veguhêz ji bajêr û derdorê vekişiyan, careke din hêzên leşkerî yên xwecih vegerîn cihê xwe û bi sibeha pêncşemê re tevahî kontrol kir.

Êdî tevahî Siwêda û gundewarên wê îro di destê hêzên wê yên leşkerî yên xwecih de ye.

Ruxmî hewla hikumeta ya xweşikbûna vê peymanê û nediyarkirina tawîzdanên xwe, lê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri bi rêya xîtaba xwe ya berbanga îro, diyar kir ku komên xwecih û şêxên Durzî ji bo birêvebirina herêmên xwe hatin erkdarkirin.

Li Siwêdayê, niha rewşeke trajedîk û karesat heye. Pêdiviya wê yekê bi destwerdaneke lezgîn a mirovî heye ku alîkarî ji wan re were şandin, sûcên li dijî wan hatine kirin, werin belgekirin.

SOHRˊê diyar kir ku di çend rojên pevçûnan de hejmara kuştiyan gihaşt 374’an.

ŞEREKÎ BÊSERÛBER Û TAWÎZÊN JI DERVE RE

Çalakvanên Sûriyeyê û çavdêrên kar û barên Sûriyeyê diyar kir hikumeta veguhêz dît ku helwesta herêmî û navneteweyî guncaw e ku dest bi van êrişan bike, bi taybet piştî serdana Ehmed El Şeri ji Azerbeycanê re û axaftina li ser lihevkirinekê di navbera Şam, Îsraîl û Amerîkayê de ji bo normalîzekirina di navbera hikumeta veguhêz û Tel Avîvê de.

Ji ber vexwendina seranser a daxuyaniyên Amerîkayê bi taybet daxuyaniya nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack, hikumeta veguhêz ev êriş dan destpêkirin.

Çalakvanan diyar kir ku hikumeta veguhêz hewl dide siyasetên rejîma berê ya ku xwe li piştgiriya ji derve ya li ser hesabê gel û pêkhateyên Sûriyeyê bi hêz dikir, temam bike. Vê yekê hişt ku hikumet teşwîq bibe ku ji peymana 10ˊê Adarê ya bi QSDˊê re bi paş de vekişe. Lê bi êrişên Îsraîlê re, hikumet li gorî rewşê tev geriya û ji Siwêdayê vekişî.

(fr)