Li başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 2 kes hatine kuştin.

Li başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
17 tîrmeh, 2025   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi balafirên bêmirov ên biçek, bajarkên Tol û Naqûra yên başûrê Lubnanê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de 2 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya xwecih, balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li ser rêya di navbera Tol û Kefer El Kefûr de wesayîtek kir armanc. Di encamê de kesek hat kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku kêmî saetekê piştî êrişa yekemîn, vê carê li bajarokê Naqûrayê kamyonek hat bombebarankirin, di encamê de kesek hat kuştin û zirarên madî çêbûn.

Her wiha hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê nêzî kîlometereyekê sînorê Lubnanê derbas kir û berbanga vê sibehê li taxa Şerqî ya Naqûrayê avahiyek teqand.

Li gorî çavkaniyan, dronên keşfê yên Îsraîlê bombeyek avêt derdora Naqûrayê, lê ji ber pirsgirêkên teknîk dron li hundirê bajarok ket û tirs di nava şêniyan de çêbû. Di heman demê de balafirên bêmirov bi nizmî li ser gundên başûrê welat; Harûf, Tol û Zibîdîn geriyan.

(bb)