Rûspiyên Reqayê binpêkirinên li Siwêdayê şermezar kirin

Rûspiyên kantona Reqayê sûcên li Siwêdayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û ji hikumeta veguhêz xwest hesab ji berpirsên sûcan bipirse.

 Rûspiyên Reqayê binpêkirinên li Siwêdayê şermezar kirin
17 tîrmeh, 2025   15:30
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Reqayê li pêşiya avahiya Meclisa Rûspiyan a bajar kom bûn û der barê êrişên li ser Siwêdayê de daxuyanî da.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sedam El Hermat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî şêniyên Siwêdayê û sembolên wê yên nîştimanî hatin şermezarkirin. Êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku berpirsyarên xwe bi cih bîne, kesên ku binpêkirin kirine û kesên provokasyonan dikin muhasebe bikin.

Şêx û rûspiyan bang li hêzên navneteweyî jî kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina gelê Sûriyeyê bi cih bînin, zextê li hemû aliyên ku diyalogan red dikin, bikin û wan ber bi çareseriya siyasî ve bibin.

Di dawiya daxuyaniya de piştgiriya bi QSD’ê re hat nîşandan û wiha hat gotin: "QSD ji bo tevahî sûriyeyan mertalê parastinê ye, modela bihêz a jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ye."

(bb)

ANHA