‘Rojava sembola berxwedanê ye û em ê biparêzin’

Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiyê bûne û got “Hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî hebûna me dike, em teslîm nabin û em ê li ber xwe bidin.”

‘Rojava sembola berxwedanê ye û em ê biparêzin’
31 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ

Şêniyên Dirbêsiyê yên ku parastina bajarê xwe dikin, ji ajansa me re axivîn û anî ziman ku berxwedan çanda gelê Kurd e û ew ê bi vê çandê ve girêdayî bin.

Şêniya bi navê Seîde Ehmed diyar kir ku ev bûye 13 roj ku Rêveberiya Xweser seferberî raghand û gel bi rih û can beşdarî vê pêvajoyê bûye, li hemberî êrişên li ser hebûn û nasnameya gelê Kurd ew li ber xwe didin.

Seîde Ehmed di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Berxwedana me çavkaniya xwe ji baweriya me ya mafên me yên azadiyê hene, digire. Di vê pêvajoyê de koçberî çêbû lê îradeya gel a berxwedanê û parastin lewaz nekir. Keç û xort, jin û mêr ji temenê 7 salî heyanî 70 salî li ser pêyan e. Li hemberî êrişên leşkerî û êrişên li ser çapemeniyê têne kirin, em ê heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bidin.”

Ji bo yekitiya gelê Kurd jî Seîde Ehmed wiha got: “Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Kurd hêzeke mezin dide me. Ji tevayî Kurdistanê gelê Kurd berê xwe da Rojava û beşdarî seferberiyê bûn.”

Her wiha endamê Meclisa Gel a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Salih êrişa çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelê Kurd e û xiyanet e û wiha berdewam kir: “Herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, hedefa wan ji van êrişan nasname û hebûna gelê Kurd tine bikin û wan ji hemû mafên wan mehrûm bikin. Hemû pêkhateyên Sûriyê mafên xwe dixwazin lê belê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê mafên pêkhateyan nade wan.”

Salih beşdarbûna gelê Kurd ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ya nav seferberiyê wiha nirxand: “Rojava parçeyê biçûk ê Kurdistanê ye lê bele ew cî û sembûla berxwedanê ye. Ji tevahiya Kurdistanê beşdarî seferberiyê bûn ji bo parastina gelê Rojava bikin. Eger em vê pêvajoyê biserkeftî derbas bikin, em ê azad bijîn û bighîjin mafên xwe.”

Ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Derbesiyê Mihemed Xetîb jî axivî û got: “Dijmin çareseriya aştî û siyasî naxwaze û nasnameya gelê Kurd qebûl nake, tenê di êrişên xwe yên leşkerî de israr dike. Dijminê me rehmet nake û dûrî mirovahiyê ye.” 

Mihemed Xetîb bal kişand ser yekitiya gelê Kurd û wiha got: “Kurdistan yek e û gelê Kurd yek gel e, beşdarbûna seferberiyê û parastina Rojava berpirsyariyek e ji me hemû gelê Kurd tê xwestin. Em bi xwîna şehîdan ve girêdayî ne, em taslîm nabin û em ê hebûna xwe biparêzin.”

ANHA