‘Divê provokasyon têkiliyên me xirab nekin’

Şêniyên Hesekê diyar kir ku ew naxwazin di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derkeve û ev bang kir "Divê em xwe ji provokasyonan biparêzin.”

31 ÇILE, 2026   04:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN-HENAR ÎBRAHÎM

Şêniyên bajarê Hesekê li dijî provokasyon û fitneya dezgehên çapemeniyê yên li dijî pêkhateyên Rojava ji ajansa me ANHA’yê re axivîn û got ew naxwazin şer di navbera pêkhateyên herêmê de derkeve.

Ciwanê bi navê Welat Ebdurehîm Mihemed anî ziman ku ew her şev derdikevin nobedariyê û parastina taxên xwe ji şaneyên çeteyan dikin. Mihemed got ew naxwazin di navbera pêkhateyên herêmê û bi taybet Kurd û Ereban de şer biqewimê û axaftinên kîndariyê red dikin.

Her wiha Ehmed Mela jî têkildarî provokasyonan wiha got: “Zimanê kînî yê dezgehên çapemeniyê yên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê em qebûl nakin. Têkiliya me bi hemû pêkhateyên herêmê re kevn e û em ê hemû rêgez û nirxên xwe yên manewî û madî biparêzin. Em dixwazin hemû pêkhateyên herêmê wekhev û aştiyane bi hev re bijîn.”

Bêrîtan Mihemed jî got: “Em her şev ji bo parastina taxan digerin, em parastina hemû pêkhateyên Hesekê dikin. Têkiliya me ya bi pêkhateyan re gelekî kevn e û di vî şerî de em naxwazin têkiliyên civakî xira bibin. Divê em daxwaza aliyên dîtir a têkbirina vê têkiliyê têk bibin û destûrê nedin vê yekê. Herêm bi dewlemendiya çandî, etnîk û olî tê naskirin û bi fitneyê dixwazin jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de xirab bikin.”

Bêrîtan Mihemed bang li tevayî pêkhateyan kir ku beşdarî seferberiyê bibin û deskeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê xwîna hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Ermen û Êzidî li vê herêmê rijiya. Em ê hevjiyana pêkhateyan a bi hev re biparêzin û divê gel li hemberî provokasyonan baldar bin.”

ANHA