’Rojava ji Kurdan re bûye qubleyek’

Endamên şandeya bi armanca piştgiriyê duh hat Rojava diyar kir ku Rojava xaka şehîdan e û ji tevahiya gelê Kurd re bûye qubleyek. Endamên şandeyê peyama "Rojava ne bi tenê ye" da.

’Rojava ji Kurdan re bûye qubleyek’
1 sibat, 2026   09:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn Gulbuhar Rehîm (Cala) Luqman Salim Fetah, Rênas Lezgîn Seedî, lîstikvan Denîz Nakî, rojnamevan Danyal Cemalî û nivîskar Kakşer Xorşîd duh bi armanca piştgiriyê  hatin Rojava.

Hozan Şemdîn anî ziman ew ji bo tevlêbûna şoreşa hatine Rojava û bi hatinê kêfxweş in. Hoza Şemdîn diyar  kir ku dirûşma "Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e" ku gelê Rojava tê kirin, dengvedanek mezin çêkir û peyama yekitiyê gihand tevahî gelê Kurd.

Lîstikvan Denîz Nakî got, gelê Rojava ne bi tenê ye, bi saya berxwedana Rojava gelê Kurd bûn yek.

Rojnamevan Danyal Cemalî jî destnîşan kir ku ew hatine Rojava da ku bidin nîşandan ku tevahî Kurd piştgiriyê gelê vê herêmê dike. Danyal Cemalî berxwedana gelê Rojava silav kir û got, ew Rojava bi tenê nahêlin.

Nivîskar Kakşer Xorşîd got Rojava xaka pîroz  berdêlên mezin dane û  wiha domand "Dema kesek were Rojava divê destpêka xaka wê hembêz bike, ji ber ku pîroz e. Ev xaka pîroz gelê Kurd ji parçeyên din ên Kurdistanê hembêz dike."

Kakşer Xorşîd bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ û hêzên dagirker bi hemû rêbazan hewl dan Rojava dagirker bikin, lê bi berxwedanek lehengane ya keç û xortên wê rû bi rû man. Her wiha anî ziman ku li Kobanê û Rojava bi giştî berxwedanek dîrokî tê kirin.

(b)