Siyasetmedarê Îtalî Grimaldi: Ewlekariya Kurdan maf e

Cîgirê Serokê Koma Kesk û Tifaqa Çep Marco Grimaldi diyar kir ku ewlehiya Kurdan ne tawîz e, mafek e. Li ser rêya naskirina rastîn hê jî astengî  hene.

Siyasetmedarê Îtalî Grimaldi: Ewlekariya Kurdan maf e
1 sibat, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk û Çep a Îtalyayê Marco Grimaldî êrîşên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê  yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komên girêdayî Tirkiyeyê û peymana ku piştre hat ragihandin nirxand. Grimaldî bal kişand ser rola DYA û Tirkiyeyê ya di êrîşan de û got:

 "Tom Barrack (Nûnerê DYA'yê yê li Sûriyeyê) hevkarekî pasîf e û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de roleke rasterast lîst."

Derbarê peymana QSD û Şamê de Grimaldî got: "Ewlehiya Kurdan ne tawîz e, mafek e. Piştî şer û zordariyan bi salan bêyî garantiyên şênber wê Kurd bêparastin bimînin. Naskirina zimanê Kurdî gaveke pêwîst e. Lê ev têrê nake ku bi dehan salan înkar û asîmîlasyonê telafî bike. Ev tayîn hevsengiyek nazik nîşan dide. Hebûna peywirên ku rasterast ji hêla Şamê ve hatine erkdarkirin nîşan dide ku hikûmeta navendî niyeta wê nîn e ku dest ji kontrolê berde. Ev bêtir lihevkirinek bêîstîkrar e. Yek ji xalên herî giring ew e ku Kurd vegerin bajarê xwe. Bêyî peydakirina vê yekê, peyman dikare tenê wekî pêşnûmeyekê were fêmkirin. Li ser rêya naskirina rastîn hê jî astengî  hene "