Endamên KNK’ê: Daxwaza gelê Kurd yekîtî ye, divê partiyên Kurdî pêk bînin 

Endamên Konseya Rêveber ên KNK’e Dr. Hekîm Ebdulkerîm û Dr. Şêrko Heme Emîn gotin: “Me jenosîdek navnetewî li ser Kurdan hatiye destpêkirin, gelê Kurd li hemberî vê yekîtiyê dixwaze û KNK’ê jî erkê xwe yê netewî pêk anî û ji bo yekîtiyekê di nava partiyên Kurdî de çêbike. 

Endamên KNK’ê: Daxwaza gelê Kurd yekîtî ye, divê partiyên Kurdî pêk bînin 
1 sibat, 2026   09:10
QAMIŞLO 

29’ˊê Çileyê (2026) şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li gel partiyên Kurd ên li Rojava civîn çêkirin û heta niha danûstandinên wan didomin. Endamên Rêveberiya Konseya KNK’ê ku ji Başûrê Kurdistanê hatine Dr. Hekîm Ebdulkerîm û Dr. Şêrko Heme Emîn ku di nava şandeyê de bûn ji ajansa me re axivîn

CAREK DIN ME DÎT KU GELÊ KURD DAXWAZA YEKÎTIYÊ DIKE

Dr. Hekîm Ebdulkerîm diyar kir ku piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê wan fêm kir ku planeke navdewletî li ser herêmê heye û wiha got: “Derket ku pêwîstî bi hêz û yekîtiya gelê Kurd heye. Gelê Kurd li tevahî Kurdistanê û cîhanê rabû ser piyan. KNK’ê weke erkekî netewî dît ku piştgiriya gelê xwe bike. Careke din me dît ku gelê Kurd daxwaza yekîtiyê dike. Êdî partiyên siyasî neçarin daxwaza gel bicih bînin. Hat fêmkirin ku tenê yekrêziya Kurd dikare me li hemberî plana têkbirina Kurdan rawest e

Çiqas xeterî li ser gelê Kurd heye, ewqas jî derfetên mezin hene, ew jî yekîtiyek mezin a di nava gelê Kurd e. Nabe ku em pişta xwe bidin hêzên derve, tenê hêza me yekîtiya gelê Kurd e. Me li Rojava dît ku gelê me çiqas bi moral e. Erkê herkesî ye ku herkes li ser lingan be û beşdarî berxwedana Rojava bibe.

Hêviya gelê me ew e ku kongreyek netewî bê lidarxistin.”

DIVÊ ÇALAKIYÊN JI BO ROJAVA BIDOMIN

Dr. Şêrko Heme Emîn Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê

Dr. Şêrko Heme Emîn diyar kir ku ew ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatine û wiha axivî: “Erkê me ye ku em îro li cem gelê xwe bin ku di bin jenosîdek navnetewî de ye. Erkê me ye ku em yekîtiya di nava gel de çêbûye biparêz in. Niha hevdîtinek di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê de heye, divê em destê gelê xwe xurt bikin. Divê bi her awayî piştgiriya gelê xwe yê li Rojava bikin û bidomînin. Ji bo em doza rewa ya gelê Kurdistanê biparêz in.” 

(bî)

ANHA