Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû

Çalakiyên roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî ya herêma Cizîrê ku li Til Birakê hate lidarxistin bi pêşkêşkirina huner, stran û dîlanan ji hêla tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dawî bûn.

Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
Roja yekemîn a Festîvala Çandî û Hunerî bi dawî bû
10 mijdar, 2023   17:41
HESEKÊ

Vê sibehê bi diruşma "Bi ruhê neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” Yekemîn Festîvala Çandî û Hunerî ya Herêma Cizîrê li navçeya Til Birakê ya Hesekê dest pê kir. 

Bi sedan ji pêkhateyên kantona Qamişlo û Hesekê bi cil û bergên xwe yên folklorîk, nûnerên ji saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan beşdarî festîvalê bûne. Festîval li ser girê dîrokî yê li navçeya Til Birakê ya Hesekê hate lidarxistin.

Li wir 4 konên ku di bin her yekî de çanda pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hatine nîşandan, hatin vedan.

Di festîvala de hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Vîvyan Beho Osê li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Em careke din soza xwe bi we re û bi huner û afirîneriyê re her wiha bi vê festîvalê re ku îsbat kir nûnertiya çandina neteweya demokratîk û tevahî gelên herêmê dike, nû dikin."

Vîvyan Osê wiha domand: "Bi baweriya me ku em hemû li ser vê xakê bira û xwişk in, hêviyên me yên hevbeş hene, her wiha em hewl didin bi aştî û ewlehî bijîn. Gelên me tevahî bi azadî dijîn, dikarin çanda xwe derbirînin."

Vîvyan Beho Osê li ser navê Rêveberiya Xweser spasiya kesên ev festival li dar xistiye kir.

Vîvyan di dawiyê de got Rêveberiya Xweser ji tevahî gelan re gewde û dengek e.

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî Îmad Teteryan li ser navê pêkhateya Ermen axivî û wiha got: "Em pêkhateya Ermen ji destpêka neteweya demokratîk a ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, bi her gaveke hevbeş re ne."

Teteryan wiha domand: "Em bi hevgirtina bi hemû etnîk û neteweyên li ser vê erdnîgariyê re bi hêviya pêşerojek ronahî ne."

Dûre hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo spasiya tevahî beşdaran kir û wiha got: "Em vê festîvalê diyarî malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ev festival di çarçoveya pêşgirtiya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hate lidarxistin."

Li ser navê Lêvegerên Çandê Sumeye Mihemed axivî û wiha got: "Beşdarbûna tevahî pêkhateyên herêmê di vê festîvalê de cihê serbilindiyê ye, ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker ên xwe li ser herêmê dewam dike."

Sumeye diayr kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkhateyên herêmê bi cilên xwe yên folklorîk beşdarî festîvalê bûn.

Sumeye di dawiyê de bang li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo parastina çanda tevahî pêkhateyên herêmê têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.

Piştre koma Tolhildan a Stranan stranên folklorîk pêşkêş kirin, dûre helbestvan Ferhad Merdê hin helbest gotin. Festîval bi şano û dîlanê ji hêla Koma Şehîd Sosin Bîrhat a Hîlala Zêrîn, Koma Arstaxê ya Dîlanên Ermenî û Şanoya Komîna Cizîrê ve dewam kir.

Çalakiyên festîvalê yên roja yekemîn bi stranên folklorîk ji hêla hunermend Peyman û Keder ve û dîlanên ji hêla pêkhateyên herêmê ve bi dawî bûn.

Çaverê ye çalakiyên festîvalê sibe dewam bikin.

(fr)