Li Filistînê zêdetirî 100 xebatkarên UNRWA′yê hatin kuştin

Ajansa Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) roja înê ragihand ku ji destpêka şer ve li Xezeyê zêdetirî 100 xebatkarên wan jiyana xwe ji dest daye.

Li Filistînê zêdetirî 100 xebatkarên UNRWA′yê hatin kuştin
10 mijdar 2023   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê UNRWA′yê Phîlîppe Lazzarînî di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba X de diyar kir ku di nava mehekê de zêdetirî 100 xebatkarên UNRWA’yê hatine kuştin.

Lazzarînî diyar kir ku ev dayik û bav, mamosta, hemşîre, bijîjk, karmendên alîkariyê ne û got: “UNRWA şîn digre, Filistînî şîn digrin, Îsraîlî şîn digrin. Ji bo dawî li vê trajediyê bînin pêwîstiya me bi agirbesteke mirovî ya bilez heye.”