Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê

Di roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê kurteçîrok hatin xwendin û panelek têkildarî zimanê kurdî hat lidarxistin.

Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
Roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê
13 mijdar, 2023   20:59
KOBANÊ

2. Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji aliyê Weşanxaneya Ava û Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve di roja duyemîn de berdewam e. 

Di festîvalê de têkildarî rêgezên zimanê kurdî panelek li dar ket. Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Viyan Hesen û hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasro panel bi rêve birin.

Rêzimana kurdî, girîngiya wê û rêbazên pêşxistina wê heta roja îro hatin nîqaşkirin. Dûre kurteçîrok bi zimanê erebî ji aliyê nivîskar Narîn Ebdikê ve û bi zimanê kurdî ji aliyê nivîskar Zîlan Hemo ve hatin xwendin.

Di dawiyê de beşdarên festîvalê sardana pêşangeha pirtûkan kir.

Festival wê sêşemê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA