Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şervanê wan Xalid Eşwî El Muxîr di hedefgirtina erebeya wî de li ser rêya bajarokê El Mensûra şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
13 mijdar, 2023   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Endamê me Xalid Eşwî El-Muxîr 13`ê Mijdarê dema erka xwe ya pîroz li hember xaka xwe û gelê xwe li bajarokê Mensûra yê Tebqayê bi cih dianî, di encama hedefgirtina seyareya wî de gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Xalid El-Muxîr

Navê Bav: Eşwî

Navê Dayikê: Xod

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Mensûra 4/6/2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Mensûra 13.11.2023

Şehîd “Xalid” beriya çend salan di nava refên hêzên me de dest bi têkoşîna xwe kiribû, yek ji endamên dilsoz ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û beşdarî gelek eniyên şer li dijî çetan bû. Bi hemû hêz û cesareta xwe şer kir û li ber xwe da û jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe kir qurban. Hêza xwe ji hezkirin û dilsoziya welatê xwe digirt û bi xwe her tim xwe di rêza herî pêş de cih digirt. Xwedî ruhekî berpirsyarî û hevaltiyê yê bilind bû û bi rêhevalên xwe re ne ezez bû û di salên xebata xwe de peyama saziyê hilgirtibû heta ku gihaşt asta şehadetê û navê wî di nava fedekariya şehîdên me yên leheng de hate nivîsandin.”