Komîna Fîlm a Rojava şehîdên şewata Sînemaya Amûdê bi bîr anîn

Komîna Fîlm a Rojava di salvegera 63'yemîn a komkujiya Amûdê de zarokên şewata sînemaya Amûdê bi bîr anîn û destnîşan kir ku armanca wan aşkerakirina rastiyê û avakirina welatekî ye ku tê de zarok bi azadî li huner û sînemeya dirust temaşe bikin.

Komîna Fîlm a Rojava şehîdên şewata Sînemaya Amûdê bi bîr anîn
13 mijdar, 2023   18:21
HESEKÊ

13'ê Mijdarê salvegera şewata Sînemaya Şehrezad a Amûdê ye. Di 1960'î de zêdetirî 280 kes di şewata li sînemaya Şehrezad a Amûdê de rû daye, jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn ku temenê wan 12 sal derbas nedikir.

Ji bo bîranîna komkujiyê, Komîna Fîlm a Rojava di dema kişandina fîlmekî li Hesekê de daxuyaniyek da û soza aşkerakirina rastiya gelên herêmê û avakirina welatekî ku tê de zarok bi azadî li sînemayê temaşe bikin, da.

Derhêner û endama Komîna Fîlm a Rojava Nadiye Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tunebûna dadgehekê ku sûcdaran ceza bike û qedexekirina bîranîna vê rojê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşan kirin ku dewletên zordest dibînin ku huner û sînema rastiya wan û planên wan aşkera dike ji ber wê jî xwestin zarokan ji sînemayê dûr bixin.

Komîna Fîlm a Rojava soza domandina xebatan heta pêkanîna armancên xwe nû kir.

(mh)

ANHA