Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû

Di roja 3'yemîn a Festîvala 2'yemîn a Şehîd Berçem Efrîn de, li Qada Şehîd Egîd bi beşdariya girse berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
Roja 3'yemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû
8 îlon, 2024   23:18
KOBANÊ

Roja 3'yemîn a Festîvala 2'yemîn a Şehîd Berçem Efrîn ku ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve li bajarê Kobanê tê lidarxistin, bi dawî bû. Di roja 3'yemîn de koma stranan a Şehîd Hêlîn Cûdî ji Reqayê, koma stranan a Şehîd Delîla ji Qamişlo, koma govendê ya Şehîd Hêzil ji Helebê û koma govendê ya Dayikan ji Kobanê stran û govend li Qada Şehîd Egîd bi beşdariya girseyê, pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî stran gotin.

Duh desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rê nedan ku hunermenda Tûnisî Amal El Meslosî û hunermeda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî herêmê bibin û di festîvalê de beşdar bibin.

Di 2 rojên borî de bi dehan berhemên hunerî (stran, govend û şano) li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Qada Şehîd Egîd ên bajarê Kobanê hatin pêşkêşkirin, her wiha meşeke hunerî hat lidarxistin û pêşangeha hunera şêwekariyê û destkariyê hat vekirin.

Di festîvalê de 32 komên hunerî beşdar in. Sibe, 9ʹê Îlonê, di roja 4ʹemîn de festival bi dawî dibe.

(mh)

ANHA