Riyad: Ji bo têkilî bi Îsraîlê re bên kirin şert e dewleta Filistinê were avakirin

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî ji bo têkildanîna bi Îsraîlê şertê avakirina dewleta Filistinê danî û got dê Siûdî ji bo pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîlê û Hemasê de her tiştî bike.

Riyad: Ji bo têkilî bi Îsraîlê re bên kirin şert e dewleta Filistinê were avakirin
30 cotmeh, 2024   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan piştî civîna hevalbendiya cîhanê ya li Riyadê got Siûdî ji bo pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de dê her tiştê pêwist bike. Bin Ferhan diyar kir ku ji bo pêkanîna têkiliyan bi Îsraîlê re şert e destpêk dewleta Filistînê were avakirin.

Bin Ferhan qirkirina komî ya ku Îsraîl li dijî Xezayê pêk tîne red kir û piştgiriya xwe ji UNRWAˋyê re nîşan da.

(mh)