Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞˋê ya li Reqayê bilind bû

Çeteyên DAIŞˋê li başûrê rojavayê bajarokê Şenan li ser rêya Şiwêhan a leşkerî ya li herêma Resafe ya bin kontrola hêzên Şamê de li gundewarên Reqayê êrişî 3 erebeyan kir. Di encamê de leşker û sivîl hatin hatin kuştin.

Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞˋê ya li Reqayê bilind bû
30 cotmeh, 2024   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Resafe ya di bin kontrola hêzên Şamê de ku girêdayî Reqayê ye çeteyên DAIŞˋê ji wan erebeyeke leşkerî êrişî 3 erebeyan kir, di encamê de 3 efser, 4 leşkerên hêzên Şamê û welatiyek hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞˋê li başûrê rojavayê bajarokê Şenan li ser rêya Şiwêhan a leşkerî ya li herêma Resafe ya gundewarê Reqayê ku li wir hêzên Şamê li gelek nuqteyan bi cih bûne êrişî 3 erebeyan kir.

Li gorî SOHRˋê ji destpêka Îsal ve di encama êrişên li beyarê Sûriyeyê 576 kes hatine kuştin.

(fr)