Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin

Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya damezrîner de rêzikname hat pijirandin û hevserokê meclisê hat hilbijartin.

Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
Rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat pijirandin
16 mijdar, 2024   18:48
REQA

Duh, li Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê civîna damezrîner a yekemîn a Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Civîn 2 rojan dewam kir. 

Di civînê de endamên desteyên perwerdê û fêrkirinê yên 7 kantonên herêmê, endamên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêmê, endamên Koordînasyona Meclisa Zanîngehan a Herêmê, yekitî û saziyên girêdayî perwerdê û fêrkirinê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di roja duyemîn de rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku ji van madeyan pêk tê hat pejirandin. Rêzikname ji van madeyan pêk tê; Komîteya Perwerdê di komînan de, Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê ya bajarok, Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê ya bajêr, erkên Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê, biryarên giştî yên têkildarî rêziknameya Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê.

Piştî rêzikname ji hêla beşdaran ve hat nîqaşkirin, hat pejirandin, Mihemed Şahî ji bo hevserokê Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê hat hilbijartin. Dê di demeke pêş de jî hevseroka meclisê were hilbijartin.

(fr)

ANHA