Rêzeêrişên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê didomin

Îsraîlê rêzeêrişên din li dijî başûrê Beyrûtê pêk anîn. Her wiha artêşa Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li başûrê welat de leşkerekî wê hatiye qetilkirin û yek din jî birîndar bûye.

Rêzeêrişên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê didomin
3 cotmeh, 2024   17:18
NAVNEDA NÛÇEYAN

Ajanseke Fransayê diyar kir ku Îsraîlê bombebaranên din li dijî başûrê Beyrûtê pêk anîn.

Îsraîlê şeva çarşema-pêncşemê navenda Desteya Tenduristiyê ya Hizbullah li naverasta Beyrûtê bombebaran kir. Di encamê de 7 kes hatin kuştin. Her wiha leşkerên Îsraîlê û çekdarên Hizbullah li başûrê Lubnanê bi hev ketin, di encamê de 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê îro ragihand ku Îsraîlê şeva berê taxên cuda yên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin. Ew êriş bi balafirên şer û keştiyên şer ji deryayê de pêk hatin.

Ajansê diyar kir ku navendeke tenduristiyê ya îslamî ya Hizbullah li Mehlet Başûra li rojavayê Beyrûtê ji hêla balafirên şer ên Îsraîlê ve hat bombebarankirin, di encamê de 6 kes hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

Li aliyekî din jî artêşa Lubnanê ragihand ku di dema pêkanîna erka xwe ya rizgarkirinê bi Xaça Sor a Lubnanê re li başûrê welêt leşkerekî wê hat qetilkirin û yek jî birîndar bûn.

(fr)