Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê hat avakirin

Li gorî madeya 105'an û bi armanca birêxistinkirina aboriyê, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê hat avakirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê hat avakirin
3 cotmeh, 2024   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 12'ê Kanûna 2023'yan de, berpirsên komîteyên Meclisa Rehendên Neteweya Demokratîk li kantona Cizîrê bi hev re civiyan.

Civîn roja pêncşemê li dar ket.  Her wiha li gorî madeya 105'an Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê hat avakirin. Armanc ji avakirina meclisê birêxistinkirin û temamkirina aboriyê li ser asta komîn, bajarok, bajar, kanton û Meclisa Aborî ya giştî ye. Ev jî ji bo pêşîgirtina li pergala kapîtalîst a talankirina xêr û bêra civakan. Her wiha ji bo danîna plansaziyên pêşxistina aboriya xwecih û xurtkirina hevkariya di hemû qadan de.

Her wiha armanca avakirina meclisê, pergala aborî ya komîlan a civakî pêk were. Ku pergal jî xwe dispêre modela demokratîk, azadiya jin û parastina ekolojiyê xurt dike. Her wiha belavkirina adilane ya dewlendiya aborî pêk tine, jinan di aliyê beşdarbûna li tevahî qadan xurt dike û hevsengiyeke giştî misoger dike.

Ev biryar, piştî lidarxistina gelek civînên kalîteyî û berfireh, hat dayîn. Di civînan de nîqaşên kûr li ser pêşeroja wan rêveberiyan hatin kirin.

Piştî lidarxistina wan civînan hemû pêşniyar bi aliyên berpirs re hatin nîqaşkirin û li dawiyê biryara avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê hat dayîn.

Komîteyên girêdayî meclisê ev in:

Komîteya Akademiyan - Komîteya Kooperatîfan - Komîteya Çandiniyê û Sewalvaniyê - Komîteya Pîşesaziyê(Endustirî) - Komîteya Bazirganiyê - Komîteya Firneyan - Komîteya Taqîgehê (Laboratuwar) - Komîteya Sûkên Civakî - Komîteya Depo û Aşan - Komîteya Malî - Komîteya Lêkolîn û Pêşxistinê - Komîteya Serjimarî û Plansaziyê û Meclisa Jinan.

Yekitiyên têkildarî meclisê ev in:

Yekitiya Cotkaran - Yekitiya Kedkaran - Odeya Pîşesaziyê - Odeya Bazirganiyê - Yekitiya Endazyaran - Yekitiya Pîşeyan (Sinfan) - Yekitiya Bijîşkên Sewalan(Beyterî) - Yekitiya Jinan - Nûnerê Desteya Ekolojiyê - Akademîsyen û pispor (Zanîngeha Rojava) û Aboriya Jinan.

(mh)