Rêxistinên sivîl komkujiya Um Tîneyê şermezar kirin

3 rêxisitnên civaka sivîl bi tundî komkujiya li gundê Um Tîne yê bajarokê Dêr Hafirê şermezar kirin û gotin Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsê komkujiyê ye.

Rêxistinên sivîl komkujiya Um Tîneyê şermezar kirin
21 îlon, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Jinên Kurd-Nemsa, rêxistina geşepêdan û aştiyê ya Almanyayê û rêxistina Jeosratejî ya civaka sivîl a Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş, komkujiya li Um Tîneyê şermezar kirin. 

Her sê rêxistinan di daxuyaniya xwe de wiha nivisîn: “Ev komkujî diyar dike ku êrişên sîstematîk li dijî sivîlan berdewam in. Em ê raporên belgekirî ji Komîserya Mafên Mirovan a NY`yê û Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan têkildarî komkujiyên li Sûriyeyê re bişînin. Divê hesabê ji êrişkeran bipirsin, siyaseta ji cezayê xwe dane aliyekê, rawestînin. Bêdengiya navneteweyî, piştrast dike ku hevkariyeke veşartî di van sûcan de heye û êşên sivîlan kûrtir dikin.”

Rêxistinan, destnîşan kir ku têkoşîna wan a parastina sivîlan bi rêbazên aştiyane û hiqûqî berdewam e û bang li civata sivîl a Sûriyeyê û rêxistinên jinan kirin ku li hember mîna van êrişan bibin yek û hevgirtinê xurttir bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku “berpirsyariyên xwe bi cih bînin û fişareke rastîn bikin ji bo ku êrişan rawestînin û sivîlan biparêzin”.

Rêxistinan destnîşan kir ku dê “dengê bihêz ê parastina sivîlan, jinan û zarokan li Sûriyeyên binû rê nedin komkujiyên dîtir pêk werin”.

(şx)