Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê keda Rêveberiya Xweser a ji bo parastina aramiyê û têkoşîna dijî terorê û silav kir û diyar kir ku QSD'ê roleke sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de lîst.

Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
21 îlon, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Awstralyayê bi serokatiya endamê Parlamentoyê David Shoebridge ji bo naskirina rewşa siyasî, civakî û mirovî ya herêmên serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo kir. 

Şande ji aliyê hevserokê daîreyê Fener El Kiêt û cîgirên hevserokatiyê Robêl Beho û Gulistan Elî ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî, tecrûbeya Rêveberiya Xweser û rola jinan di saziyên sivîl û leşkerî de hatin kirin.

Herdu aliyan girîngî da çareseriya siyasî û pêkanîna peymana 10'ê Adarê û misogerkirina mafên tevahî pêkhateyan bi taybetî jinan.

Girêdayî wê Shoebridge tecrûbeya Rêveberiya Xweser a parastina aramiyê, têkoşîna dijî terorê û beşdarkirina jinan di cihên biryardayînê de silav kir.

Her wiha diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de roleke sereke lîst.

(mh)