Bîlançoya komkujiyên li Siwêdayê bilind bû: 2 hezar û 48 kuştî

Bîlançoya komkujiyên Tîrmehê yên li Siwêdayê rû dane piştî dîtina cenazeyê ciwanekî ku ji 65 rojan ve winda ye, derket 2 hezar û 48 kuştiyan.

Bîlançoya komkujiyên li Siwêdayê bilind bû: 2 hezar û 48 kuştî
21 îlon, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên MIrovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bîlançoya komkujiyên Tîrmehê yên li Siwêdayê rû dane, piştî dîtina cenazeyê ciwanekî ku ji 65 rojan ve winda ye, derket 2 hezar û 48 kuştiyan. 

Cenazeyê şêniyekî ji gundê Radîme El Lîwa yê bakurê Siwêdayê bi guleyan kuştî hate dîtin piştî ku ji 65 rojan ve winda bû.

SOHR`ê da zanîn ku qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê derketin 2 hezar û 48 kesan. Di nav wan de hezar û 593 durzî hene.

SOHR`ê îşaret pê kir ku, ihtîmal heye bîlanço zêdetir be nemaze ku windahî hene û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(şx)