Rêxistinên mafên mirovan: Çarenûsa zêdetirî 300 kesan ne diyar e

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kirin ku çarenûsa bi sedan sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hîna ne diyar e. rêxistinan  diyar kir ku wan heta niha 300 nav belge kirine û bal kişandin ser zehmetiyên ku xebatên belgekirinê asteng dikin.

Rêxistinên mafên mirovan: Çarenûsa zêdetirî 300 kesan ne diyar e
13 ÇILE, 2026   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê, kiryarên revandinê li dijî şêniyên taxê hatin kirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, çarenûsa bi sedan kesên winda ne diyar e.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rewş hîn jî aloz e û destnîşan kir sûcên revandina sivîlan berdewam dikin, ciwanên di navbera 17 û 45 salî bi hinceta girêdana wan a berê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve têne revandin.

Şêxo daz zanîn ku hêzên êrişkar bi hemû ciwanên li her du taxan re wekî ku ew edamên leşkerî bin nêzîk dibin.

Şêxo diyar kir ku ji destpêka êrişan ve sivîl rasterast hatine hedefgirtin û çarenûsa bi sedan kesan hîn jî nayê zanîn. Şêxo  got, niha di lîsteyên wan de navên zêdetirî 300 kesan heye, lê tê texmînkirin ku hejmara kesên winda dibe hezarî derbas bibe.

Şêxo bal kişand ser zehmetiyên ku di xebatên xwe de dikişînin û anî ziman ku kêmbûna kesên hevkar û tirsê gelek zehmetiyên din jî hene û got, dê van binpêkirinan belge dikin da ku neyên windakirin û veşartin.

Şêxo xwest ku şênî bi ewle vegerin, pirsgirêka windayan were çareserkirin, girtî werin berdan, berpirsiyarên sûcan werin lêpirsîn û çete ji van taxan werin derxistin.

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Evîn Cuma jî da zanîn ku rêxistin ji roja yekem ve êriş û sûcên li dijî sivîlan li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd dişopîne.

Evîn Cuma diyar kir ku rêxistinê gelek daxuyanî dane ku sûcên li dijî sivîlan hatine kirin, belge kirin.

Evîn destnîşan kir ku ew li ser amadekirina dosyayên yasayî û mafên mirovan bi taybetî ji bo birîndar û girtiyan dixebitin, da ku van dozan bi rêya kanalên hiqûqî yên berdest bişopînin.

(k)

ANHA